Derbarê Me De

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Di nirxandina kitêban de baldar e li ser sê xal-pirsan û kitêbên bêne qebûlkirin herî kêm bi xalekê re li hev dikin: 1) Nivîskar ciwan e û di berhemê de ew şiyan xuya ye ku dê di dahatûyê de berhemên baştir binivîse? 2) Ev berhem nûbûnekê tîne nav qada xwe û taybetiyeke xwe ya xweser heye? 3) Nivîskar aliyên naverokî û şiklî di berhema xwe de çawa tetbîq kiriye û çend kariye bi serkeftî bihûne?

Pall digel kitêbên telîf dê kitêbên wergerandî jî biweşîne. Dê li pey derfetan be ku digel berhemên klasîk ên bijare, berhemên nivîskarên hevçax wergerîne ser kurdî.

Dê ne tenê kitêban biweşîne, her weha dê çalakiyên fikrî û kulturî jî pêk bîne, dê hewl bide civîn, atolye û gotûbêjan saz bike, beşdaran di qadên cuda yên weşanê de perwerde bike. Dê podcastan amade bike, vîdeoyan biweşîne.

Bi ti awayî kitêbên nivîskarên xwe bi piştgiriya wan a madî naweşîne lê deriyê wê ji bo hemû piştgirî û hevkariyên derekî vekirî ye. Her çi piştgiriyek ji bo kar û xebatên wê bê kirin, dê di kunyeya kar û xebata berbehs de bê diyarkirin.

Rêxweşker e bo ciwanan, dê hewl bide berhemên wan zêdetir biweşîne. Her bi vê mebestê, dixwaze rê li ber zarokan jî xweş bike û di demên pêş de bi navê Pall Zarok kar û çalakiyan pêk bîne.

Pall giringî bi rênivîs û hevoksaziya kurdî dide. Berhemên ku ji wê re tên şandin, bi kêmanî 90% divê bi xalên Rêbernameya Pallê re biguncin û li gor wê bên serrastkirin. Heçî berhemdarê ku berhema xwe dişîne, çêtir e ku pûte bi xalên rêbernameyê bide û li gor wê bişîne. Rêbername hin xalan wekî standardên xwe û hin xalan jî wekî tercîha nivîskaran qebûl dike.

Pall Weşan halê hazir bi kurdî (kurmancî) û tirkî weşana xwe dike, lê piştî demekê dixwaze kirmanckî jî lê zêde bike. Kitêbên tirkî dê ji çaryekê (4/1) yên kurdî nebihurin. Tenê xebat û lêkolînên li ser kurdan û eleqedarî wan bi tirkî dê ji bo weşanê bên qebûlkirin.