Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)


02.11.1985: Saet di 20.30î da ji salona dawî dengê teqînekê hat û bû qîjewîjeke mezin. Min dît Malmîsanij ji par ra bi yekî girtiye û ew jî li ber xwe dide ji bo ku ji destê Malmîsanij xelas bibe.
16.01.1986: Mehmed Uzun, li Lararhogskolanê li ser romana xwe Tu civînek çêkir. Bavê Nazê, Cimşîd Heyderî gotin bes e, ev dizî ye. Hewa guherî, atmosfer pir ne xweş bû.
19.05.1987: Kes nizane em bi çi halî vê rojnameyê derdixin. Ne ev îdîalîzm bûya me nikanîbû ev rojname derxista.
28.11.1992: Me xwar, vexwar û dilê xwe li siyasetê rehet kir. Jixwe her cara em tên ba hev mijara me siyaset e. Em dipeyivin lê tiştekî safî nakin.
10.03.1996: Li vî welatî gelek caran ez xwe wek girtiyekî muebetê his dikim. Çimkî ez nizanim cezayê min ewê kînga biqede.
31.05.1999: Di jiyana xwe da tu carî hewqasî xemgîn û xeyalşikestî nebûme. Ji bo min îro rojeke herî bi jan û êş e.
 
Zinarê Xamo piştî 1980yî gava tê Swêdê, dest bi nivîsîna rojnivîskan dike. Rojnivîskên Sirgûnekî ku bijarteyek e ji notên wî yên rojane yên salên 1985-1999an, ne tenê portreyeke şexsî ya sirgûnekî lê herweha resmekî giştî yê kulturî, civakî û siyasî yê kurdan li Swêdê û li diyasporayê jî bi zelalî raber dike.
 

Zinarê Xamo

Di sala 1950î da li Wêranşara qezaya Rihayê hatiye dinê. Ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya ye. Bavê 4 zarokan e. Ji sala 1980î vir da ye li Swêdê dijî. Heta nuha sê kitêbên wî çap bûne. Hindik Rindik, Hebû Tunebû: Antolojîya Çîrokên Zarokan, Stiriyên Me. Û wergereke wî ji swêdî, Bide Dû Dilê Xwe ya Susanna Tamaro heye. Ji sala 1980î vir da di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsiye, di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye. Di sala 1985an da demeke kin serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye û salekê jî serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kiriye. Ji sala 2007an vir da ye blogeke wî ya bi navê Hindik-Rindik heye. Zinarê Xamo blogerê kurmancî yê ewil e.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)
Nivîskar / Yazar Zinarê Xamo
ISBN 978-605-72217-9-7
Rûpel / Sayfa 160
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2024
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu