Surra Hisretê û Çend Helbestên Din


Amadekar: Ferec Koyistanî

Elîxanê Memê, yek ji du sê şairên dawî ye ku di helbesta kurdî ya Sovyetê de piştî navên mezin ên wekî Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Cerdoê Esed, Egîtê Şemsî, Mikaîlê Reşîd helbesteke çak nivîsî. Bi rehetî dikare were gotin ku yek ji sedemên başiya helbesta wî ev e ku gihaye ser mîrate û serhevdeya helbesta ji salên 1930î û vir ve û bênavber li xwe zêde kiriye, berhem û keresteyên baş civandine.

Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê bixemilînim
sîng û berê qîzê
bi gul-sosinêd sor.
 
Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
Hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê wergirim
bejn û balêd qîzê
bi kincê sor.
 

Elîxanê Memê

Elîxanê Memê. Helbestkar, rojnameger, çandnasê êzidahiyê, siyasetmedar. 6ê hezîrana 1948ê tê dinyayê. Sala 1967ê dibe xwendekarê beşa rojnamevaniyê li Unîwersîteya Dewletê ya Yêrêvanê. Sala 1973yê xwendina xwe kuta dike û hetanî 1979ê di rojnameya Piyoner Kançê de, piştre du salan di kovara Hayastanî Aşxatavoruhîyê de bi dû re jî bi qasî 8 salan di weşanxaneya Sovyetekan Groxê de dixebite. Sala 1990ê dibe parlamenterê bajarê Yêrêvanê di meclisa Ermenistanê de. Yek ji wan ronakbîr/siyasetmedarên serkêş e ku bi hewldanên saziya Yekbûnê û Wekîl Mistefayev, 7ê hezîrana 1992yê damezirandina Kurdistana Sor radigîhinin. Edîtoriya rojnameya Zagrosê kiriye û ji bo serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Ermenistanê hatiye hilbijartin. 12 kitêbên perwerdehiyê ji bo zarokên kurdan amade kirine. 12yê kanûna  pêşîn a 2016yê ji ber nexweşiya pişikê kiras guheriye. 

Hin berhemên ku li dû xwe hiştine ev in: Kênas Sov (Derya Jiyanê), 1983; Kar (Kevir), 1983; Surra Hisretê, 1989; Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê), 2004; Ax û Nan, 2004; Zagrosî Luyîserî (Nûrên Zagrosê), 2006; Nûranî, 2010; Yerkxosutyun (Dialog), 2013.
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Surra Hisretê û Çend Helbestên Din
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Surra Hisretê û Çend Helbestên Din
Nivîskar / Yazar Elîxanê Memê
ISBN 978-605-72217-5-9
Rûpel / Sayfa 160
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2023
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Emîr Tahir