Erdal Kaya

ERDAL KAYA - Di sala 1987an de li gundê Keverzoyê yê girêdayî Êlihê hate dinê. Li Êlihê bi awayekî amator dest bi şanoyê kir. Li Zanîngeha Afyonkarahisarê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî xwend û di sala 2007an de li Şanoya Bajêr a Afyonkarahisarê bi awayekî profesyonel gav avêt nav cîhana şanoyê. Di şanoyên wek Yenisahne, Şanoya Bajêr a Êlihê û Şanoya Bajêr a Amedê de wek lîstikvan û derhêner cih girt. Erdal Kaya yê ku di sala 2023an de berê xwe da stand-upê û Vik û Vala û Zikopişto pêşkêş kirin, niha jî bi pêşandanên takekesî û bi rêya stand-upê jiyana xwe ya hunerê didomîne.

TURGUT KAYA (Rênas Kaya) - Di sala 1991ê de li Keverzoya Êlihê hate dinê. Dibistana seretayî û navîn li Êlihê xwend. Beşa Têkiliyên Gel û Danasînê qedand û di sektora reklamê de xebitî. Piştî ku perwerdehiya nivîskariyê wergirt, berê xwe da afirandinên wêjeyî. Bi Erdal Kaya re nivîskariya stand-upên Vik û Vala û Zikopişto kir. Niha jî ji bo platformên medyaya civakî naverokan disêwirîne û xebatên wêjeyî didomîne.