Vik û Vala


Tam di wir de, di wê krîzê de yek hewce ye, yek. Çetîn abê! Hûn dikarin zava bi xwe re nebin wir ha, lê divê Çetîn abê li wir be. Di her sulaleyê de Çetîn abêyek heye, belkî di sulaleya we de navê wî ne Çetîn be, lê ji sedî heftê û pênc Çetîn in. Çetîn abêyê malbata xwe bînin ber çavê xwe: metreyek û nîv, ji min jî kintir e, wilo bifikirin. Porê wî her car şayîkkirî. Riha wî tuneye, her car diqusîne. Çileyê, havînê, ferq nake, her carê êlegek lê ye, ew êlegê bêmil. Du berîk li wir, du berîk li vir.
 

Erdal Kaya

ERDAL KAYA - Di sala 1987an de li gundê Keverzoyê yê girêdayî Êlihê hate dinê. Li Êlihê bi awayekî amator dest bi şanoyê kir. Li Zanîngeha Afyonkarahisarê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî xwend û di sala 2007an de li Şanoya Bajêr a Afyonkarahisarê bi awayekî profesyonel gav avêt nav cîhana şanoyê. Di şanoyên wek Yenisahne, Şanoya Bajêr a Êlihê û Şanoya Bajêr a Amedê de wek lîstikvan û derhêner cih girt. Erdal Kaya yê ku di sala 2023an de berê xwe da stand-upê û Vik û Vala û Zikopişto pêşkêş kirin, niha jî bi pêşandanên takekesî û bi rêya stand-upê jiyana xwe ya hunerê didomîne.

TURGUT KAYA (Rênas Kaya) - Di sala 1991ê de li Keverzoya Êlihê hate dinê. Dibistana seretayî û navîn li Êlihê xwend. Beşa Têkiliyên Gel û Danasînê qedand û di sektora reklamê de xebitî. Piştî ku perwerdehiya nivîskariyê wergirt, berê xwe da afirandinên wêjeyî. Bi Erdal Kaya re nivîskariya stand-upên Vik û Vala û Zikopişto kir. Niha jî ji bo platformên medyaya civakî naverokan disêwirîne û xebatên wêjeyî didomîne.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Vik û Vala
Nivîskar / Yazar Erdal Kaya
ISBN 978-625-95914-6-9
Rûpel / Sayfa 60
Ebat 10.50 x 16.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu