Yehya Omerî

Di sala 1993yan de li gundê Êlaskaya Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di sala 2017an de li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê beşa mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî qedand. Di sala 2020î de li heman zanîngehê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedand. Di sala 2015an de dosyeya wî ya ewil Anatomiya Demsalên Zer di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de hat xelatkirin. Endamê kovara Bar Helbestê ye. Berhemên wî: Anatomiya Demsalên Zer (2015, Evrensel); Nêrgiza li Defterê Bişkivî (2021, Avesta); Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha (2026, Pall).