Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê


Li geliyê mominkan havîn weke her carê ye, germ û xweş. Snîfkê heywanok ji xwe re şikeftek dîtiye – ev bûyereke têra xwe mezin e. Lê bi şev firtoneyek bi ser gelî de digire...
 
Li dûr, di nav tariyê de çavekî sor diçirise û her roja ku derbas dibe, mezintir dibe. Ew dûvstêrkek e ku her nêzîktir û nêzîktir dibe! Asîman sor bûye û deryayê xwe kişandiye nava qul û qelîştekên xwe yên kûr.
 
Simriko radihêje harmonîkaya xwe û li ser serpêhatiyan stranan lê dide – ne serpêhatiyên biçûk haaa, ew ên qerase, yên ecêb mezin. Mominko û Snîfko taweya qursikan û şerbeta xwe dixine tûrikên xwe û ber bi talûkeyan ve diçin. Ber bi wan serpêhatiyên qerase ve ku Simriko li ser wan stranan lê dide.

Tove Jansson

Sala 1914ê li Helsînkiyê ji dayik bûye û sala 2001ê li heman bajarî miriye. Yek ji nivîskar û hunermendên herî navdar ên fînlandî ye. Jansson ji kêmneteweya swêdî ya li Fînlandê bû. Herçiqasî ku ew fînlandî be jî, zimanê wê yê dayikê swêdî bû û wê berhemên xwe bi swêdî dinivîsîn. Ew herî zêde bi rêzeçîrokên xwe yên li ser mominkan tê naskirin ku ji neh pirtûkan pêk tên. Berhemên Janssonê li seranserê cîhanê ji bo zêdeyî 45 zimanan hatine wergerandin. Temamê pirtûkên wê yên li ser mominkan dê ji aliyê Pall Weşanê ve bêne weşandin: Mominko û Lehiya Mezin (1945), Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946), Şewqeya Sêhrbazo (1948), Bîranînên Bavmominko (1950), Havîna Efsûnî (1954), Zivistana Efsûnî (1957), Zaroka Nebînbar û Hin Çîrokên Din (1962), Bavmominko û Derya (1965), Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê
Nivîskar / Yazar Tove Jansson
Wergêr / Çevirmen Robîn Şahîn
ISBN 978-625-95914-4-5
Rûpel / Sayfa 160
Ebat 12.00 x 18.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Emîr Tahir