Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr


Qehwexane ne tenê cihê vexwarin û rûniştinê ye, ew ne tenê cihê betalan e jî. Ew di heman demê de parçeyekî giring ê jiyanê ye, mekanekî ku şopa xwe di bîra civat û miletekî de dihêle, tabloyeke giştî ya sosyolojiya bajarê xwe xêz dike, cihê şêwr û mişêwran, kes û kûsên ji tebeqeyên cuda, lîstikhezên ku bûne hostayên vî karî, danûstandinên curbicur, hêwirgeheke bêhnvedanê, rawestgeheke hevdîtinan, xeteke zirav di navbera çîrok û dîrokê de... Qet şik tê de nîne; qehwexane yek ji wan mekanên serekî ye ku bikare wê têveliya fikr û mirovan, di nav çend metreyan de bigihîne hev.
 
Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr, bi tevkariya 16 nivîskarên ji bajarên cuda, berê me zêdetir dide qehwexane û çayxaneyan, û hin caran cafeyan.

Nivîskar: Bêrîvan Matyar, Berken Bereh, Bilal Korkut, Helîm Yûsiv, Kenan Ormek, Kerîm Biyanî, Lokman Ayebe, Mehmet Dicle, Mihemed Şarman, Nîhatê Hecî Şakir, Ö. Fırat Bavli, Rizgar Elegez, Şener Ozmen, Umer Barasi, Xurşîd Mîrzengî
 

Înan Eroglu

Di 1994an de li Bismilê çêbûye. Ji 2010an û vir ve ye nivîsar û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, rojname, malperan de belav bûne. Du kitêbên wî yên çîrokan bi navê Têbîniyek (2019, Avesta) û Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din (2021, Avesta) hatine weşandin. Heft û Heştên Mirinekê kitêba wî ya sêyem e.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr
Nivîskar / Yazar Înan Eroglu
ISBN 978-625-95914-5-2
Rûpel / Sayfa 176
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu