Kuştina Çivîkan


Yek ji romanên dinyayê yên herî navdar û pir hatî hezkirin, li zêdetirî çil zimanan hatî wergerandin û nusxeyên wê zêdetirî çil milyonî hatî firotin, xelatgira Pulitzerê ya 1961ê û xwedana fîlmeke xelatên Oscarî di 1962yan de... Kuştina Çivîkan a ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye. 
 
Harper Lee di vê romana xwe ya ewil de ji çavê keçikeke biçûk Scout Finchê berê me dide nav rih û tebîeta mirovan, newekhevî û mesûmiyetê, kîn û hezê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê... Çîroka ku li dor darizandina çermreşekî geşe distîne, bi zimanekî sade û zarokane me vedixwîne nav hesabpirsiyeke li gel edalet, rastgoyî û mirovahiyê.
 
“Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”
 

Harper Lee

Di sala 1926an da li Eyaleta Alabamayê ji dayik bûye, li Zanîngeha Alabamayê beşa hiqûqê xwandiye, lê şeş meh maye ji derçûna wê ra dev ji zanîngehê berdaye. Peyra çûye New Yorkê, li wir di şîrketên bi navê Eastern Air Lines û British Overseas Airwaysê da wekî nivîsera qeydan xebitiye. Li New Yorkê dest bi nivîsandina çend nivîsar û kurteçîrokan kiriye lê qet yek jî nehatiye weşandinê. Dûra ji wan kurteçîrokan yekê vediguherîne romanekê û seba nivîsandina wê dev ji kar berdide. Hetanî ku romana wê diqede, hevalên wê seba debara wê alîkariyê didinê. Roman di sala 1960an da bi dawî dibe û bi navê To Kill a Mockingbirdê (Kuştina Çivîkan) tê çapkirinê. Harper Lee di demeke kurt da bi vê romanê navdar dibe û salekê piştî çapkirina romanê di sala 1961ê da Xelata Wêjeyê ya Pulitzerê digire. Piştî vê romanê hetanî sala 2015an ne tu berhemekê dinivîse ne jî beşdarî bernameyan dibe derbarê Kuştina Çivîkan da. Di sala 2015an da romana wê ya duyan bi navê Go Set a Watchmanê çap dibe û salekê bi dû ra jî ji vê dinyayê bar dike.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Kuştina Çivîkan
Navê Orîjînal / Orjinal Adı To Kill a Mockingbird
Nivîskar / Yazar Harper Lee
Wergêr / Çevirmen Ekrem Koçbaşi
ISBN 978-625-95914-1-4
Rûpel / Sayfa 376
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu