Lehiya Dilî


“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve.”
 
Husên Arif piştî Revdegurgê, vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. Lehiya Dilî ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn, hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt, xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsiya kurdî pêşkêş dike.
 
Me ti nivîskarekî din mîna Husên Arif nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade, çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî.” ‒ Bextiyar Elî
 

Husên Arif

Sala 1936an li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Bi handana Ebdulla Goran yekem berhema xwe sala 1954an di rojnameya Jînê de belav kiriye ku pexşanehelbestek e. Sala 1961ê di rojnameya Azadî de wek rojnameger dest bi kar kiriye. Dawiya sala 1969an li gel çend hevalên xwe Yekîtiya Nivîserên Kurd ava kiriye. Di 1970yî de li gel komek hevalên xwe manîfestoya tevgera edebî ya Riwangeyê weşandiye. Di 1998an de li gel çend hevalên xwe weşanxaneya Serdemê ava kiriye. Xwediyê çendîn berhemên edebî ye û çendîn xelatên giring wergirtine. Digel Revdegurgê (1983), hin berhemên wî yên din ev in: Le Korî Xebata (1959), Şar (1986), Koktêyl (2005), Kameran û Honrawey Nwê (1958), Çîrokî Hunerîy Kurdî (1977). Husên Arif herweha çend berhem jî wergerandine kurdî ku ya herî naskirî Mîra Machiavelli ye ku sala 1986an hatiye çapkirin.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Lehiya Dilî
Nivîskar / Yazar Husên Arif
Wergêr / Çevirmen Şehab Xalidî
ISBN 978-625-98311-4-5
Rûpel / Sayfa 80
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2024
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu