Heft û Heştên Mirinekê


Çîrokên Heft û Heştên Mirinekê ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka berhemê zêde dikin, zeman, mekan û karakterên dîrokî ku em şik û gumanê ji rastiya wan dibin. Hûrgiliyên rasteqîn, çîrokan ne nêzî rasteqîniyê lê nêzî cîhana fantazmayê dikin û edebiyatê ne nêzî rasteqîniya req lê nêzî vegêraneke edebî dikin.
 
Xaleke din a van çîrokan jî ew e ku ji babet û temayên van çîrokan zêdetir, aliyên girtî û kêmmayî yên van çîrokan in ku meraqa me radikêşin. Digel van aliyan, di gelek çîrokan de tîrahiyeke berçav heye ku ji kana romaneke danizilî avê vedixwe.
 
Heft û Heştên Mirinekê bi zimanekî kamil, kûrfikir û bi rîtma xwe ya rewan, xwendineke hûr û dûr pêşkêşî xwînerên xwe dike.
 

Înan Eroglu

Di 1994an de li Bismilê çêbûye. Ji 2010an û vir ve ye nivîsar û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, rojname, malperan de belav bûne. Du kitêbên wî yên çîrokan bi navê Têbîniyek (2019, Avesta) û Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din (2021, Avesta) hatine weşandin. Heft û Heştên Mirinekê kitêba wî ya sêyem e.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Heft û Heştên Mirinekê
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Heft û Heştên Mirinekê
Nivîskar / Yazar Înan Eroglu
ISBN 978-605-72217-6-6
Rûpel / Sayfa 88
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2013
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Emîr Tahir